5:32:25 PM
RojavaNews : Li bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê mûçeyên karmendan hatin dizîn .
Li gor zaniyriyên hatina bidest xistin ku îro 3 . 10 . 2015 danê sibihê ofîsa danerê mûçeyan hatin girtin bi behaneya ku mûçeyên karmendan hatin dizîn.
Îro dema Karmendên Rimêlan çûn mûçeyên xwe werbigrin ji wan re gotin ku mûçe hatin dizîn u ew mûçe derdora (2)melyon leyreyên Sûrî ne.
Ofîsa danera mûçeyan di keve di bin kontirola Partiya PYDê de u dû rêgirên esayêşa bi ser PYD ve hene ta yek bighêje wê ofîsê ji ber weha Karmend di pirsin çawe hatina dizîn u ew dever hemû dibin kontirola PYDê dene .
Tê zanîn ku berî sê mehan jî jimêryariya peymangiha petrolê ya li Rimêlan jî hatbû dizîn u ew bûyer weke diziyeke li dijî kesekî nenas hat tomarkirin ji aliyê PYDê ve.
Zozan Yûsif