Rojava News: Termên 7 koçberên Rojavayê Kurdistanê ku li ser rêya Ewropayê di deryayê de xeniqîbûn, bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl re gihîştin Başûrê Kurdistanê, ji vir derbasî Rojava bûn.
Ji wan 7 kesên ku xeniqîne, 5 koçber xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ne, herwiha 2 kes ji wan ji bajarê Qamişlo ne.
7 kes hefteya borî di deryaya Egeyê de di yek belemê de bûn û di derya spî de xeniqîn. Ew herdu kesê ji Qamişlo, hevjînên hev bûn.
Herwiha ew 5 kesê din jî, zilamek û hevjîna xwe ligel zarokên xwe û zavayê xwe bûn. Navê zilam Ehmed Mihemed (48 salî) bû, hevjîna wî Şehnaz Umer (40 salî) bû, zarokek wan navê wî Nujdar (5 salî) bû û keçka wan navê wê Nûr (7 salî) bû, herwiha zavayê wan jî navê wî Heval Cume (25 salî) bû, ku hevjîn û 2 zarokên wî li şûna wî mane.
Termê her 7 kesan gihan Rojavayê Kurdistan û dan ber sînga axê.