Print this page

Siyasetmedar.. Fermanên PYDê dikevin xizmeta rejîma Esed

Rojava News :Li gor beyanameyekê ku ji aliyê Nivîsgeha Ragehandina Encûmena Yasadanan a kantona PYDê hatiye belavkirin, derbarê mal û milkê wan malbatên koçber de biryarek hatiye stendin.

Di beyanameyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ev yasa bi dengdana praniya endaman hatiye pesendkirin . Di beyanameyê de hatiye gotin ku "ev biryar bo parastina mal û milkên wan malbatan e ku ne li Rojavayê Kurdistanê ne, yan jî ne diyar in .”وango koçber bûne Piştî pesendkirina vê yasayê otomobîl, xanî, şûnê kiştûkalî, bazirganî û bazirganî yê xelkê koçber dikeve jêr xizmeta rêveberiya PYDê û xelkê navçeyê.

Li ser vê mijarê  rojnameya Kurdistan hin nerînên siyasetmedar û welatiyên Rojavayê Kurdistanê veguhest.

Jiyan Omer berdevkê Şepêla Paşeroj a Kurd li Sûriyê got:" Fermanên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê tenê xizmeta şerê DAIŞê yê li dijî Kurdan dike, DAIŞê terorê tîne serê Kurdan di rêya guştin û koçberkirina gelê Kurd e, û PYDê jî desteserkirina li ser mal û milkên welatiyên Kurd helel û rewa dike, ku ev yek ne dûrî ayawên ku  Maffia bikar tîne, lê tenê kiryarên PYDê di çarçoveya awayekî ji awayên terora dewletê ya sîstemakî tê hijmartin."

Omer lêzêde kir :"Fermana nû ya bê wate ya ku kantona PYDê derxistiye, ne cuda ye ji fermanên din yên ku hatine derxistin. Ev ferman ti girêdana wê bi piransîpên civaka demokratîk nîne û berovajî  vê yekê ye. Siloganê "umeta demoqrat" ya ku PYDê pê bang dike mîna siloganên rejîma Esed û partiya Beis in."

Omer diyar kir ku  ev ferman dê mîna her kiryareke PYDê ya li dijî Kurdan be li deverên Kurdî ji ber ku pêkhatên wekû Ereb û Siryaniyan, ev ferman qebûl nekirin, ji ber vê yekê jî dê Kurd tenê bibin qurban.  Heger mirov li fermanên PYDê temaşe bike, bê çi aniye serê Kurdan ji fermana leşkeriya bi zorê, îdyolojiya Ocelan, girtina siyasetmedaran ta bi fermana desteserkirina malên welatiyên sivîl, ku dê bihêle xelkê ji welatê xwe bar bikin û milkên xwe bifroşin, da ku milkê wan neyên dizîn û kes ji xwe re nebe."

Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê û şerê DAIŞê bi deh hezaran hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji welatê xwe derketin û DAIŞê li gelek cihan destê xwe danî li ser milkên wan.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ehemed Elo got:" Emê çawa nebin koçber û bi dehan ferman ji aliyê PYDê ve derdikevin, bila PYDê biçe erdê Kurdan ji Erebê Xemir bistîne, PYDê tenê li ser Kurdan xurt e. Bila Encumena Niştîmaniya Kurdî sînorekî ji kiryarên PYDê re deyne, gelo wê heta kengî wisa be. Kiryarên PYDê û fermanên wê jibal rejîma Esed in û ew di warê praktîkê de pêk tîne."

Nivîskar Pîr Ristem got ku desteserkirina milkên koçberan dê perçebûna di nava civaka Kurdî de zêde bike.

Pîr Ristem ji rojnameya Kurdistan re li ser vê mijarê got:"Eger biryarek wisa derket, yan ne derket, lê ev yek tecrubeyên socialismê û doza kolxozat û sofxozat tîne bîra mirov, wekû perçeyekî ji projeya seytereya(Dewlet û Rêveberiya Xwesr) li ser mal û milkên welatiyên ku koçber bûne, yan jî dê koçber bibin. Tişta ku tirsê çê dike ew e ku di rêya vê yaseya nû re, PYDê destê xwe deyne li ser mal û milkê her kesekî ku li dijî siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê be, wê demê ew kesê dijber yan wê tevlî ref û îdyolojiya wan bibe, da ku parastina malê xwe bike, yan jî dê koçber bibe û mal û milkên wî ji PYD û PKKê re bimîne."

Ristem diyar kir ku ji bo rawestandina vê pêla koçberiyê li deverên Kurdî, pêwîste tawafiqeke siyasî Kurdî di navbera tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çê bibe (Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS û Tevgera Civaka Demoqratîk Tev-Dem), ku karibin pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û jiyaneke xweş ji welatî re dabîn bikin, wê demê dê koçberî bête rawestandin.

Siyasetmedar Rêzan Şêxmûs li ser mijara destesekirina mal û milkên koçberan ji aliyê PYDê ve got:" Hemû biryarên ku rêveberiya PYDê derdixîne, armanca wan guhertina Kurdistana Sûriyê ye, ku bibe devereke leşkerî girtî û vala be ji welatiyan, tenê hin merîdên PYDê têde hebin, ku hin imtîzat di destê wan de hebe, da ku di rêya wan re siyasetên wê partiyê yên çewt bi cih bînin, ku bi xwe dikeve xizmeta berjewendiyên rejîma Esed e."

Şêxmûs diyar kir ku  hemû biryarên ku ji aliyê PYDê ve derketine, ji leşkeriya neçar ta bi vê biryara dawî ya metirsîdar  ku dixwaze dest deynin li ser mal û milkên xelkê ku ji siyasetên PYDê koçber bûne, arman ew e ku civata Kurdî jihev bixin û fitneyê di nava Kurdan de çê bikin û îradeya her kesê ku karibe rûbirûbûna van biryaran bike bişkînin. Ev partî niha bûye baskê ewlehî yê rejîma Esed li deverên Kurdî  û bi taybet di warê dîtina keleman  de ji çalakvanan re û revandin û leşkerkirina zarokan.

Berya demekê rêveberiya  Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê, li bajarê Efrînê malên ku xwediyên wan koçber bûne destê xwe datînî ser wan, û ev diyarde li navçeyên Cindêrs û Şiyê zêde jî rû da bû.

Hewlêr-Kurdo Sorkî