Rojava News: Hevserokê Giştî yê HDP’ê wêneyê ciwanê bi navê Hacî Loqman Bîrlîk ku li Şirnexê hate qetilkirin parve kir û got; ”Baş li vê wêneyê binerin. Roja berî li Şirnexê hate Girtin. Bila kes jibîr neke. Jiber ku em ti caran jibîr nakin.”
Ciwanê Kurd ê bi navê Hacî Loqman Bîrlîk pêr li aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatibû kuştin û piştî hingî jî polîsan kap avêtibûne qiraka wî û li peyê zirîpoşê ve kaş kiribûn.
Derket holê ku Bîrlîk tiyê parlamentereke HDPê ye, ji aliyê hêzên taybet ve hatiye girtin û paşî hatiye qetilkirin.
Wêneyê Bîrlik li torên civakî de gelek caran hatine parvekirin û di medyayê de jî deng veda. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş li ser rûpela xwe ya Twitterê ew wêne belav kir got ku ew wêne “pêr” li Şirnexê hatiye girtin!
Demirtaş wiha nivîsî: ”Li vê wêneyê baş binêrin. Roja berî li Şirnexê hate Girtin. Bila kes jibîr neke. Jiber ku em jî ti caran jibîr nakin.”

00:08:57