Print this page

Barzanî: “Pêwîst e di hemû aliyan de şerê DAIŞê were kirin”

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Stuart Jones derbarê operasyonên Rûsya li Sûriyeyê de gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî ku ligel Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û şandeke pê re civiya daxuyaniyek da Malpera fermî ya PDKê.

Li gor daxuyaniyê, Barzanî û Jones herwiha behsa hevkariya navbera hêzên hevpeymanan û Hêza Pêşmerge kirin û tekezî li ser berdewamiya hevangiya di navbera her du aliyan de kirin.

Di civînê de Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones behsa serkevtinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge li eniyên Kerkûkê kir û pîrozbayî li Barzanî kir. Stuart Jones herwiha serxweşî li malbatên şehîdên wê operasyonê kir û hêviya zû başbûnê ji birîndaran re xwast.

Li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî behsa çawaniya rûbirûbûna çekdarên DAIŞê kir û got: “Pêwîst e di hemû aliyan de şerê DAIŞê were kirin û reha terorîstên DAIŞê li Sûriyeyê, Iraqê û deverê ji kokê ve bê derxistin.”

Mesûd Barzanî herwiha yekdengiya navdewletî li ser jinavbiirna DAIŞê bi pêwîst da zanîn û tekez kir ku gerek welatên cîhanê hemû dest ji hemû nakokiyan berdin û giringî bi jinavbirina DAIŞê bidin, ji ber ku gef e bo ser hemu aliyekê.

09:41:06