Print this page

Derik: Zarokek 5 salî kete bîr a avê

Rojava News: Li gundewarê  Derîkê,  Mêrga Mîra  çend roj berê zarokeke 5 salî di bîreke avê de jiyana xwe ji dest da.

 

Piştî hundabûna  zaroka 5 salî, dayik û bavê wî lêgeriyan lê belê ne dîtin.  Şivanê wê malbatê  yê heman gûndî  dema xwest pezê xwe av bi dî, dînamo pê kir lê dînamo karnekir.

 

Şivanê malbatê dema bi ser bîrê de çû bedena zaroka 5 salî li ser dinamoyê dît.

 

Yekser rakirin nexweşxaneya Dêrîkê lê bele ji ber ku bi ser serî ve ketibû bîrê û ser dînamoya avê  ji serê xwe bi giranî  birîndarbû, tevî hemû hewlê tibbî zarok ne hatiye  rizgarkirin.

 

Sinem Bakir

 

09:56:38