Print this page

Terorîstên DIAŞ’ê li Cerablusê 3ê welatiyên kurd infaz kirin

Rojava News: Rêxistina terorîstî  DAIŞ’ê 3 welatiyên ji nahiyeya Şiyûx Foqayî yê Kobanê ku li Cerablusê niştecîbûn bi îdaya ku peyvendiyê wan li gel rêxistinên Kurdî hene girtin û  infaz kirin.

 

Li gorî agahiyên gihanê destê  Rojava News; Endamên  Rêxistina terorîstî  DAIŞ’ê 3 welatiyên ji nahiyeya Şiyûx Foqayî yê Kobanê ku li Cerablusê niştecîbûn û li karûbarê xwe bûn bi îdaya ku peyvendiyê wan li gel rêxistinên Kurdî hene girtin û li navenda bajêr  infaz kirin. Nasnama her 3ê welatiyan hê nayê zanîn.

 

Li gor zanyariyan vê dema dawî DAİŞ li wan herêman li beranber welatiyên Kurd gelek tundbûne, ev jî vediferê nakokiyê nav xwe.

 

Sinem Bakir

10:28:38