Print this page

Plana dorpeçkirina Reqayê ji aliyê hêzên Kurd ve eşkere bû!

Rojava News: Rojnameyeke navdar a amerîkî îdia kiriye ku Amerîka dixwaze bi 25 hezar şervanên kurd (YPG) bajarê Reqayê yê Sûriyê, ku wek “kelha DAIŞê” tê zanîn, dorpêç bike.

 

Li gor raporteke rojnameya New York Times (NYT), piştî ku Rûsya çalakiyên xwe li Sûriyê berbiçav zêdetir kirin, Amerîka jî li ser stratejiyeke nû ji bo şerê li dijî DAIŞê kar dike.

 

Li gor NYT, Amerîka niha li ser wê yekê kar dike ku ji herêmên kurdî yên li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) êrişî çekdarên DAIŞê bike û armanc ew e ku bajarê Reqayê, yê ku DAIŞê weke paytext ji xwe re hilbijartiye, bê dorpêçkirin û ji herêmên din yên di jêr desthilata DAIŞê de bê qutkirin.

 

NYT, ku xwe dispêrê çavkaniyên payebilid ji artêşa amerîkî, diyar dike ku Obama Wezareta Bergirêyê bi du erkan wezîfedar kiriye. Yek; di hefteyên pêş de çek û fîşekan rasterast radestî opozîsyona sûrî bike. Du: Obama dixwaze ku êrişên esmanî yên ji baregehên amerîkî li Tirkiyê bên berfirehkirin.

 

Piştî vê yekê, dê li gor plana nû ya Amerîkayê 5000 çekdarên dijbereya lîberal û 25 hezar şervanên kurd ji herêmên Rojavayê Kurdistanê berê xwe bidin Reqayê û bajêr dorpêç bikin.

 

Li gor NYT, azadkirin Reqayê ne di planê de ye, lê armanc ew e ku bajar ji herêmên di jêr kontrola DAIŞê de, yên li bakurê Sûriyê û Iraqê, bê qutkirin.

 

11:56:06