Print this page

Vegera xelkê Kobanê ji welatê xwe re berdewame

Rojava News: Hat zanîn ku zêdetirî 2 hezar û 700 koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.

 

duh (5ê Cotmehê) 2 hezar û 722 koçber û penaberên herêma Kobanî û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê vegeriyane Kobanî.

 

Hat gotin ku ew koçberên Rojava bi rêya deriyê sînorî yê Murşîtpinarê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

 

Deriyê Murşîtpinarê duh ji saet 9ê sibê heta 5ê êvarê vekirî bû.