Print this page

Hesekê.. yek ji birîndarên teqîna Newrozê rastî guleyan hat

Rojava News :Roja 5.10.2015 demjêmir 8 sibehê, li bajarê Hesekê hin çekdarên nenas  gule berdan çalakvanê Kurd yê bi navê Îsmaîl Îskan Îskan.

Endamekî ji malbata Îsmaîl ji Rojava News re got ku di dema Îsmail diçû kolêja Endizyariyê bi mebesta pêşkêşkirina ezmûnên xwe, kesên nenas gule berdan wî lê ew birîndar nebû û tenduristiya wî gelekî başe.

Çalakvan Îsamîl Îskan xelkê bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ye, û yek ji birîndarê teqîna şeva Newrozê ye ku di encama wê teqînê de bi dehan kes şehîd ketin û bi dehan kesên di jî birîndar bûn.

Tê zanîn ku kolêja Endizyariyê dikeve rojavayê bajêr de, û ew dever dibin kontirola YPG baskê leşkerî yê PYDê de ye.

Nalîn Hesen