Print this page

Qamişlo.. teqînek li çargoşeya ewlehyê rûda

Rojava News : Li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê teqînek li çargoşeya ewlekariyê rûda û di encam de kuştî û birîndar di nava hêzên bi ser rêjîmê ve derketin.

Hat zanîn ku duh, li bajarê Qamişlo teqînek li çargoşeya ewlekariyê ya di jêr destê rejîma Esed de çêbû û di encam de hejmarek leşkerên rejîmê hatin kuştin û hin  ji wan birîndar ketine û ew birîndar bo nexwşxaneya niştîmanî ya bajarê Qamişlo hatin veguhestin.

Ew teqîn li benzînxaneyeke leşkerî ya ser bi rejîmê ve çêbû ku dikeve çargoşeya ewlekariyê de û  piştî wê teqînê dûmaneke bilind bi ser wê deverê ket.