Rojava News: Li navçeya Bismilê ya Amedê, di şer û pevçûnan de 4 kesên sivil jiyana xwe ji dest dan.
Doh nîvro li çend taxên bajarokê Bismilê yê Amedê derketina derve hat qedexekirin û operasyona leşkerî li navenda bajar dane destpêkirin.
Li gorî agahiyan, hêzên Tirk bi çekên giran êrişî wan taxan kirin, ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, û her 4 kes jî sivilîn.
Hat gotin ku cenazeyên wan kesan derbasî nexweşxaneya Bismilê hatine kirin.
Li gorî agahiyan, rewşa bajêr heta niha jî aloz e û li wan taxên ku derketina derve hatiye qedexekirin, dengên teqîn û şer tê bihîstin.
09:55:59