Rojava News : Duh li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava çalakiyeke rewşenbîrî lidar xist.
Duh li gundê Zihîriyê yê bi ser bajarê Dêrikê ve xwecihiya Gulan ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava semînareke li ser hişyarya netewî ji aliyê endama şaxê bajêr ya YXCDKR Şadiya Ebdê hate pêşkêşkirin .
Ew çalakî bi amdebûna hejmarek ji xelkên wî gundê destpê kir û mijara serke ya wê semînarê ew bû rola ciwanan li Kurdistana Sûriyê û bi taybetî di vê qunaxa hestiyar de ku bajar û bajarokê Kurdistana Sûriyê têde derbas dibe.
Nalîn Hesen