Rojava News :Cendirmeyên artêşa Tûrkiyê yên li ser sînor, welatiyek ji bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê şehîd xist
Di dema ku welatiyê bi navê Mihmed Yousif dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe rastî guleyên cendirmeyên Turikyê yên sinorî hat û du encam de navorî şehîd ket û niha termê wî li morga nexweşxaniya Mêrdînê ye.
Mihemd Yousif ji dayikbûne sala 1962e ye, xelekê bajarê Amûdê ye, bavê 3 zarokan ye û niha zaorkên wî li Almanyayê ne.
Tê zanîn ku ji destpêka kirîza Sûriyê ta niha gelk welatoyên Rojavayê Kurdistanê bi qaçaxî sînorê dinavbere rojava û bakûrê Kurdistanê derbas dikin û gelek ji wan rastî guleyên cendirmeyên Turkiyê tên ku ev jî bûye sedem ku bi deha kes şehîd û birîndar ketine.
Nalîn Hesen