Print this page

Nûrî Birîmo: nava mala Kurdî bi rêkûpêk be, dê civaka navdewletî rêkeftinan bi Kurdan re îmze bike

Rojava News: Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê Nûrî Birîmo got ku danpêdanên niha bi rêveberiya xweser ya ser bi PYDê ve tektîkî û demkî ne û ji encama hewcedariya Hevpeymaniya Navdewletî bi tîmeke li ser erdê ku şerê DAIŞê bike hatiye.

Birîmo ji "Welatî Net" got: "Eger nava mala Kurdî bi rêkûpêk be, dê civaka navdewletî rêkeftinan bi Kurdan re îmze bike,yên ku divê vê demê ji xwe re istixlal bikin, da ku danpêdan bi Kurdan were kirin û mafê avakirina dewleteke netewî serbixwe li her yek li Îraq û Sûriyê bidest xwe werînin." 

Serkirdeyê PDK-Sê lêzêde kir: "Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê û Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê herdem amade ne ji karê hevbeş yê meydanî re, da ku nava mala Kurdî bibe yek, lê aliyê din xwe ji tewafiqatan direvîne û dixwaze ku bi tena xwe kar bike, û bobelata mezin di vir de ye, ku wê zirarê bighîne Kurdistana Sûriyê."

Kurdo Sorkî