Print this page

Cendermeyên Tirk zarokekî Efrînî îşkence kirin

Rojava News: Zarokekî ji gundewarê  Efrînê dema hewl di da ku ji Bakurê Kurdistanê vegere Rojavayê Kurdistan li ser sînor ji aliyê cendermeyên  Tirk ve rastî îşkenceyê hat. Di encamê de zarok bi giranî birîndar bû.

 

Zarokê bi navê Remezan Mihemed (15) salî yê ji gundê Çeqmaqa yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê, dema hewl dida ji Bakurê Kurdistanê derbasî   Efrînê bibe, li ser sînor li nêzî gundê Şêx Hemzê yê girêdayî navçeya Bilbilê ji aliyê leşkerên Tirk ve rastî îşkenceyên hovane hat û di encamê de bi giranî birîndar bû.

 

Cendermeyên Tirk piştî ku zarok bi giranî îşkence kirin avêtin aliyê sînorê  Efrînê.

 

Gundiyên deverê  zarok birin nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê.