Rojava News :Şer û pevçûn di navbera YPGê de û terorîstên DAIŞê li rojavayê gundewarê bajarê Hesekê berdewamin
li gor agahiyên hatine bidestxistin, ji duh ve şer û pevçûn li derdora çiyayê Homan angu çiyayê Ebda lEzîzê di navbera YPGê de û terorîstên DAIŞê de berdewam dikin û di encama wî şerî de kuştî û birîndar di navbera herdu aliyan de derketin lê ta niha hejmara kuştî û birîndaran ne hatiye zanîn.
Ji alîkî din ve duh êvarê balafirên şer yên rêjîma Esed êrîş birin ser bingehên DAIŞê li bajarokê Şedadê û derdOra wê û di encam de embareke çekan û çend otombîl û ofîseke rêxistina DAIŞê hat ji nav birin herweha zêdetrî 7 teroristî hatin kuştin.
Nalîn Hesen