Print this page

Li Enqerê teqîn: herî kêm 50 şehîd 200 birîndar!

Rojava News: Li Tirkiyê li paytext Enqerê  teqînek bihêz çêbû tê gotin herî kêm 50 kes şehît bûn û bi sedan jî birîndar bûne.

 

Li gorî agahiyan, di bûyerê de gellek hatine kuştin û gellek kes jî birîndar bûne lê nayê zanîn çend kuştî û birîndar hene.

 

Îro li Anqara yê mitinga Aşîtî ked û demokrasî” dihate li darxistin, ji bo vê yekê jî  hêjmareke mezin ji beşdarwanên mitingê li  meydana gara trenê  kom bû bûn.

 

Şahîdê buyerê dibêjin teqîn li nêzîkî korteja HDPê yê ku beşdarî mitînga “Aşîtî ked û demokrasî” bû ne rûdaye.

 

Li gor idiayên destpêkê  tê gotin teqîn ji aliyê xwekujekî ve hatiye pêkanîn û heta niha di derbarê encamê zelal de hê tiştek nehatiye diyarkirin.

 

Sinem Bakir