Rojava News :Duh roja Înê terorîstên DAIŞê gundê Îhris bi çekên giran bombebaranaran kirin û gelek cihên giring nêzîkî Helebê kontirol kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ku duh DAIŞê bi çekên giran û mûşekan êrîşî gundê Îhris yê girêdayê bi bajarokê Îzazê ve kirin, lê ti agahiyên zelal derbarî kuştî û birîndaran nehatine bidestxistin.
Herweha duh DAIŞê gelek cihên giring di navbere bajarê Helebê û Maraa kontirol kirin ku di nava wan de Dibistana Mûşat, Zindana Elahdas û devera azadkirî bûn.
Tê zanîn ku DAIŞê beriya niha jî her yek ji gundê Til Qerah, Fafîn, Til Sûsiyan, Maaratiya û Kefer Qaris kontirol kiribû.
Gundê Îhris neşteciyên wê Kurdin û hejmara wan derdora 4 hezar kes in .
Nalîn Hesen