4:36:15 PM
RojavaNews:Ji temûza sala 2013an ve rêxistina DAIŞ bi sedan kurd li devera Kobanê , Minbic , Girê sipî û Reqayê ji ber netewa wan ya Kurdî tên girtin û revandin .
Di roja 21 temûza sala 2013 an de rêxistina DAIŞ û hin ketîbeyên islamî hilmeteke revandina Kurdan pêk anîn ku di wê hilmetê de bi sedan welatiyên Kurd yên sivîl yên li devera Girê Sipî li parêzgeha Reqayê ji aliyê wan çekdaran ve hatin revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyare .
Di roja 24 tebaxa heman sale de çekdarên DAIŞ çalakvan Mihemed Weysî yê temen 23 li nêzîkî bajarê Reqayê revandin û ta niha li cem wê rêxistinê ye .
Ji çileya sala 2014an ve DAIŞ bi dehan welatiyên Kurd yên sivîl li bajarê Minbicê ya girêdayî bi parêzgeha Helebê ve jî revandin bê ku sedema wê girtinê diyar bikin , lê navê çend kesan hatin diyarkirin ewjî : ( Hisên Reşo , Elî Osman , Mistefa Hec Ehmed . Cezayir Dalî , Mislin Nebî Heco , Nibo Birkil Sedo , Yasir Erefat û Şahîn Qebat bûn .)
Di 19 sibata sala 2014an de rêxistina DAIŞê 160 welatiyên Kurd li ser riya Hesekê – Heleb de li nêzîkî gundê Aliya di dema ku berê xwe dabûn Herêma Kurdistanê hatin revandin ,û ta niha çarenivîsa wan ne diyare , ku navê çend ji wan hatine naskirin ewjî evin : ( Teherî Ebdilla Ebdî , Neqşî Fexrî , Xelîl Mihemed Ebdê , Mihemd Xan Balî , Edhem Elî , Mistefa Elî , Xalib Mistefa Balî , Mihemed Xn Ebdilrehman , Mihyedîn Mihemed Mislm bûn ) .
Di 7 Gulana heman sale de rêxistina navbûrî 30 karmedên dibistanan û dezgehên Hikometa rêjîma Sûriyê ji devera Kobanê li nêzîkî bajarê Minbicê di dema ku ji Helebê vedgeran hatin revandin û ta niha gelek ji wan di destê DAIŞ de ne .
Herweha di 29 Gulana 2014an de 148 xwendevanên Kurd yên bajarê Kobanê û gundên derdora û piştî bidawîanîna pêşkêşkirina ezmûnên xwe yên seretahî li parêzgeha Helebê û di dema ku ji Helebê vedgeran ji aliyê DAIŞ ve hatin revandin û piştî mehekî ji girtinê ew serbest hatin berdan .
Ji Temûza sala 2013an ve welatiyên Kurd ji aliyê rêXistinên terorî mîna DAIŞê ve tên girtin û revandin û ta niha çarenivîsa gelek ji wan ne diyare .
Helbçe Sedûn