Print this page

Rêveberê ofîsa Rûdawê li Silêmaniyê: Ofîsa Rûdawê nehatiye şewitandin

5:03:12 PM

RojavaNews-Silêmaniyê: Ofîsa Rûdawê ya li bajarê Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat.

Bîstekê beriya niha li bajarê Silêmaniyê, komek xwepêşanderên bi hêrs, bi keviran êrişî ofîsa Rûdawê kirin û paşê gulle avêtin avahiya wê.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Silêmaniyê Kawe Emîn got, ofîsa Rûdawê nehatiye şewitandin tenê bi keviran êriş kirin û gulle avêtin avahiya wê lê tiştek bi karmendên me nehatiye.