Print this page

Kadirekî PDKê li Kelarê şehîdbû

Rojava News: Di encama êrîşa xwepêşanderan bo ser baregehê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li navçeya kelar 2 kes şehîdbûn û bêhtir ji 10 kesan birîndar bûn. Berpirsê PDKê li navçeyê jî ragehand ku kesê şehîd û 9 kesên birîndar jî kadirên PDKê ne.

 

Berpirsê navçeya PDKê li Kelar  Behemn Kake Ebudllah ji BasNews re ragehand: “Piştî ku îro bi sedan kes êrîşî kirin ser baregeha partiya me, pêşî bi keviran û piştre bi guleyan, hinek ji xwepêşanderan deviance û çekê kilaşînkov û bi guleyan êrîşî baregehê me kirin. Di encamê de kadirekî PDKê bi nave (Osman Ednan Mihemed) jiyana xwe ji destda û 9 kadirên me jî birîndarbûn.”

 

Navborî got: “Em heta seet 6 êvarê di nav baregehê xwe debûn, bi dûvre me baregeh çol kir, ew kesên ku êrîşî baregehê dikirin ew şewitandin.”

09:58:41