RojavaNews :ofîca siyasî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê belav kir û têde bûyerên vî dawiyê şermezar kirin û eve naveroka wê daxuyaniyê:
"Ev bûyerên vî dawiyê yên ku li herêma Kurdistanê çê bibû tenê xizmeta dijminê gelê me dike, û çi ziyan bighê Partî Demoqratî Kurdistanî wê bandora wê li ser hemu Kurdan li her parçeyekî ji Kurdistanê hebe".
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de PDKSê ragihand: " ev êrîşên li ser bargehên PDK sedeme wê ya sereke ewe ku PDK bingeha piroceya netewiya Kurdî ye, lê em bawerin ku PDK ji van kiryaran mezintire û herdem wê serkeftin pare îradiya gel be, ew îradiya ku rêbaza Barzaniyê nemir nûnertiya wê dike".
Ofîca Siaysî Ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya
Qamişlo 11-10-2015