Rojava News: Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û çen partiyê din teqîna Enqereyê bi alên reş protesto kir.
Rêxistinên PAKê doh li Amed, Batman, Wan, Mûş û navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bo qurbaniyên Enqereyê alayên reş daliqandin.
Li Amedê Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrasî ya Beşdarî (KADEP) û Hareketa Azadî derbarê bûyerê de daxuyaniyek hevbeş dabûn.
Di daxuyaniya partiyan de wiha hatibû gotin: “Ew hêzên tarî yên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dijminatiya aştiyê, azadiyê û demokrasîyê dikin, careke din rûyê xwe yê qirêj nîşandan û ev qetlîam pêkanîn.”
Duh beriya ku bi pêşengîya KESK, DISK, TMMOB û TTByê li Enqereyê “Mîtînga Aşitîyê’’ dest pê bike, du bombe bi yek teqîyan û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan kesan jî birînar bibûn.
Di tqîna Enqerayê de 127 kesan jiyana xwe ji dest da 505 kes jî birîndar bû bûn.

