Rojava News :Duh , yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî Rojava li bajarê Dêrikê belavokên çandî li ser welatiyan belav kirin.
Li gor ofîca ragihandinê ya yekîtiya Xwendevan û Ciwanan , Duh , roja Dûşemê xwecihiya Vîn ya yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî Rojava li gundê Gir Ziyarat yê bi ser bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ve belavokên çandî li ser endamên xwecihiya xwe belav kirin.
Endamekî ji xwecihiya navborî ji Rojava News re got ":armanca me ji vê çalakiyê ewe ku em hişyarî û çanda xort û xwendevanên xwe bilind bikin û pêş bixin. "
Nalîn Hesen