Print this page

Amûdê.. mangirtinek ji aliyê welatiyan ve li dijî rêbazên xwendinê hate lidarxistin.

Rojava News: Duh li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê mangirtinek ji aliyê welatiyan ve hate lidarxistin.

Jêderkî taybet ji Rojava News re got ku duh şagirtên qonaxa seretayê li gel malbatên xwe  li nava  bajarê Amûdê mangirtinek li dijî rêbazên xwendinê yên rêveberiya bi ser PYDê ve, herweha girtina dibistanan ji aliyê rêjîma Esed ve li dar xistin.

Mangirin  bi hejmarek berçav ji  welatiyan û emdamên şaxê Amûdê yê yekîtiya Jinin Kurdistana Sûriyê hate lidarxistin, û di wê mangirtinê de welatiyên Amûdê ev rêbazên xwendinê red kirin , herweha nerazîbûne xwe ji mamostyên ku ne pisporên û niha şagirtan fêe dikin dan xuya kirin.

Nalîn Hesen