Rojava News: Li Kempa Kewirgozkê ya nêzîkî bajarê Hewlerê ji bo 15ê vê mehê “Roja destşûştina cihanî “ rêxirawa DSR bi hin amadekariyên çalakiyan ve rabû.
Birbirsê Encumena Kempa Kewiregoskê Mihemed Liyanî ji Radyo Rojava News re got; Bi sedema “Roja destşûştina Cihanî” Rexirawa DRS li kempa Kewiregoskê amadekariyê hin çalakî û aktivisyona da ser milê xwe. Bi teybet jî di derbarê wateya rojê de şanoyek tê amadekirin, disa hat plankirin ku stran û çalakiyê din jî werin pêşkeşkirin. “
Herweha Liyanî got; Piştî hemû şahiyan bernameyeke teybet ji bo rojê di derbarê zanyariyên tendurîstî de vê werê pêşkeşkirin.
Hat zanîn şahîyê roja Destşûştina Cîhanî wê li dibistana yekem ya kempa Kewiregoskê bê bireve birin.
Sinem Bakir
11:36:30