Rojava News: Dohî di deriyê sînor ê Kobanê re hezar û 500 welatiyên Kobanê yên ji ber şer û pevçûnan koçberî Bakurê Kurdistanê bûn, vegeriyan malên xwe.
Deriyê Murşidpinar duh ji saet 12:00 heta 17:00 vekirî bû. Dewleta Tirkiyê her duşem, çend saetan derî vedike lê kes nikare ji Rojava derbasî Tirkiyê bibin tenê yên ku bixwazin derbasî Rojava bibin, dikarin derbas bibin.