Print this page

Termê 4 Kurdên Rojavayê Kurdistanê sibehî tên balafirgeha Hewlerê!

 

Rojava News: Termê 4 Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Nemsa Wienna di kamyona şirketa Mirişka de fetisîbûn  demjimêr 3 ê piştî nîvro yê siba digihê balafirgeha Hewlerê ya Herêma Kurdistanê.

 

Çalakwan Xebat Abdulqadir Simo li Nemsa yê ji radyo Rojava News re ragihand ku; 4 Kurdê Rojavayê Kurdistanê yê di kamyona şirketa Mirişka de fetisî bûn demjimêr 10ê sibehî ve bi balafirê bi hewa bikevê û demjimêr 4ê piştî nîvro bigihê balafirgeha nevnetewayî ya Hewlerê.”

 

Xebat Abdulqadir got; “ Her 4 kes Kurdê Rojavayê Kurdistanê ne û navê wan jî Huseyn Mistefa, Reman Mistefa,  Kisra Filo , Cîhad Hesen xelkê bajarê Qamişloyê nê.”

 

Hejayî balkişand ser wê yekê ku; Term bi derengî radestî malbatê wan kirine  û raporta lekolîna tendurîstî jî nedane wa, û li gel 4 terma  tû dosya jî nehatiye radestkirin.”

 

Li gor hatiye zanîn  sibehî piştî ku termê her 4 kurdan bên balafirgeha Hewlerê wê yekser derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin û li Qamişlo ji aliyê malbatê wan ve bê spartin ji bo axê.

 

Tê zanîn 27 08 2015a de li Nemsayê di  kamyoneka  aîdê şirketa mirişka de 71 koçber fetisîbûn û 20 kes ji wan kurd bûn 4 kes jî yê Rojavayê Kurdistanê bûn.

 

Sinem Bakir