Print this page

Rêxisina Lêbûrîna Navdewletî : PYDê yasayên navdewletî û mirovî binpê kirine

5:17:18 PM

RojavaNews-Qamîşilo:Rêxistineke navdewletî ragihand ku koçberiya bi zorê ji neşteciyên bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê re ji aliyê hêzên Kurdî ve dikeve di lîsteya tawanên cengê de .

Rêxistina lêborîna navdewletî ragihand ku ewan nûnerê xwe şandin 14 bajar û gundên ku dikeve bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê re ji bo lêkolînê bike li ser koçberiya bizorê û rûxandina mal û milkên welatiyên wê deverê ji aliyê rêveberiya xweser ya ku ji aliyê PYDê ve hatî ragihand .

Berpirsa Rêxistina lêborîna navdewletî Lema Feqîh ragihand ku rêveberiya PYD malên welatiyên wê deverê rûxandin û hin caran jî gundê wan şewitandin bê tu armancên leşkerî û bi vê yekê rêveberiya PYDê yasayên mirovî û yên navdewletî binpê dike .

Ji aliyê xwe ve hin neştegiyên bajarê Reqayê û Hesekê ji rêxistina navbûrî re raghandine ku hêzên Kurdî li wan deveran operasyonên têkdana giştî bi hênceta şerê rêxistina DAIŞ encam dane .

Li gor rêxistina navbûrî ku ew operasyonên têkbirinê hatibûn encamdan weku helmetekî ji bo zisakirineke giştî ji xelkê wan gundan re yên ku di bin kontrola rêxistina DAIŞê de .

Welatiyek ji gundê el-huseyniyê ji heman rêxistinê re ragihandibû ku hêzên kurdî ew ji malên wan derxistibûn  û mal şewitandibûn .

Û li gor heyvên destkird ku gundê el-huseyniyê ya ku dikeve bakûrê rojhilatê Sûriyê sere sedê 94 jê hatiye têk birin .

Ji aliyê xwe ve û li gor hin welatên gundên girêdayî bi parêzgeha Reqa yê ve ku hêzên kurdî yên bi ser PYDê ve ew bi piştgiriya hêzên tendrew tomet bar kirin û gef li wan kiribûn ku eger  ew ji deverê dernekevin dê daxwazê ji balafirên hevpeymaniyê bikin ku êrîşî gundên wan bikin .

Rêxistina lêbûrîna navdewletî tekez dike ku ew deverên ku rastî koçberiyê û têk birinê ji aliyê rêvebriya PYdê ve hatî dûrî eniyên şerin , wate dê ku ev kar bi qesid bûn .

Rêxistina navbûrî dawaz ji rêvebriya PYDê dike ku bilez ji dev van karan berdin û wan kesan qerebû bikin û dergehê vegerê li pêşiya wan vekin û ji nûve gudên wan ava bike .

Bahoz Rojavayî