Print this page

Amûdê: Asayişê PYDê 4 welatî birîndar kirin

Rojava News: Li bajarê Amûdê dohî  danê êvarê Asayişa bi PYDê ve girêdayî  otombîlek  gulebarankir û di encam de 4 welatiyên deverê yên sivi birîndar bûn.

 

Li gor ku çawkaniyekê ji Rojava News re diyar kiriye;  Asayişa bi ser PYDê  otomobileke welatiyên sivil gulebarankiriye, bi sedema ku dema cenazeyê wê rêxistinê derbas di bû ew otomobîl nesekiniye.

 

Hemen çawkaniyê got; “Dema gulabarînê de 4 kesên di nav otomobîlê de yê bi nave Hisên Caxir, Ferhad Mela Ibrahîm, Ebdulsemed Mehmûd û  Ibrahîm İbo bi sivikî birindar bûne.

 

Sinem Bakir