Rojava News: Li bajarê Girê Spî, melayekî Ereb hat kuştin, YPGê jî hatin û çûyîn di nav bajêr de qedexe kir.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, komek çekdarên DAIŞê duh danê nîvro derbasî nav bajêr bûne û melayê mizgefta Elî bin Ebî Talib, ku kesekî ereb bû, kuştine û kurê wî jî birîndar kirine.
YPGê her wiha ragihand, ji ber bûyera han 2 rojan derketina derve ji nav bajêr qedexe dikin û rêyên ketina nav bajêr û derketina ji nav bajêr jî digirin.
Bajarê Girê Spî roja 15ê Tîrmeha îsal û ji aliyê YPG û hêzên Volkana Feratê ve ji destê DAIŞê hatibû derxistin.