Print this page

Qamişlo : Asayîşa PYD ciwanek birîndar kir di dema ku ciwanên kurd digirtin bo leşkeriya neçarî

RojavaNews :Asayîşa bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD ) ve careke din dest bi helmeta  girtina ciwanan ji bo leşkeriya neçar kir û bi dehan ciwan li Qamişlo girtin herweha gule berdan ciwanekî û di encam de ew ciwan birîndar bûn .

 

Jêderkî taypet ji Rojava News re got  ku duh, asayîşa bi ser PYD li bajarê Qamişlo bi dehan ciwan bi behaneya leşkeriya neçar ya ku PYD û hin hevalbendên wê ragihandibûn girtin, û di dema ku ciwanê kurd yê bi navê Mihemed Hesen hewl dide ku ji dewriya Asayîşê bireve asayîşê gule berdan wî û di encam de birîndarbû û hate veguhestin bo nexweşxaniyekê bajêr.

Herweha duh li bajarê Dirbêsiyê jî asayîşa PYD rêbendên xwe li ser hemû dergehên bajêr danîn  û gelek ciwan girtin.

Nalîn Hesen