Print this page

Amûdê: yek ji birîndarên ku Asayişê PYDê gule berdabû wan şehîd ket

Rojava News: Li bajarê Amûdê dohî  danê êvarê Asayişa bi PYDê ve girêdayî  otombîlek  gulebarankir û di encam de 4 welatiyên deverê yên sivil birîndar bûn û yek ji wan birîndaran îro jiyana xwe ji dest dan û şehîd ket .

Li gor ku çavkaniyekê ji Rojava News re diyar kiriye;  Asayişa bi ser PYDê  otomobileke welatiyên sivil gulebaran kiriye, bi sedema ku dema cenazeyê wê rêxistinê derbas dibû ew otomobîl nesnekiriye.

 

Hemen çavkaniyê got; “Dema gulabarînê de 4 kesên di nav otomobîlê de yê bi nave Hisên Caxir, Ferhad Mela Ibrahîm, Ebdulsemed Mehmûd û  Ibrahîm İbo birindar bûne û îro sere vê sibehê birîndarê bi navê Hisên Caxir ji ber giranbûne birînin xwe jiyana xwe ji dest dan û şehîd ket.

Nalîn Hesen