Rojava News :Piştî ku duh, termê 4 qurbaniyên nava kemyona Nemsa ku 71 kes têde fetisîbûn gihîştin herêma kurdistanê,Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî-Rojava pêşwaziya wan li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê kir.
Ehmed Mihemed Emîn ku berpirsê pêwendiya di nava Yekîtiya Xwendevanan de ye ji malpera fermî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya "Pdks"re got:"Duh, demjimêr 3:30 Esirê balafira ku ew her çar termên Kurdên Rojavayê Kurdistanê têde bûn gihişt Hewlêrê û pişt re hatin veguhestin bo nexweşxaneya Rizgarî û îro serê sibehê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin".
Roja 27ê Tebaxa îsal, cenazeyên 71 koçberên ku bi qaçaxî derbasî Ewropayê bibûn, li welatê Nemsayê di nav kamyonekê de hatibûn dîtin. Tê gotin di nav wan de 21 kes jî kurd bûn. Ew kamyona wek “kamyona mirinê” hatibû binavkirin
Di wê kamyonê de 71 kes hebûn ku 59 ji wan zilam bûn û 8 jin û 4 zarok bûn.