Rojava News: Rêxistina Hoşîn ya çand û Ramanan şaxê xwe li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê vedike û bi boneya vî yekê jî dê roja Înê festîvaleke şanoyê li bajêr li dar bixe.
Felk Hemam Ehmed berpirsa rêxstinê di şaxê Hewlêrê de beşdarî pultena demjimêr 12ê nîvro li studio radio Rojava bû û wiha rêxistina Hoşîn bi nasîn da:"rêxistina Hoşîn di sala 2014an de li bajarê Kobanî yê rojavayê Kurdistanê hate damezirandin û 3 saxê wê hene ya sereke li Kobanî ye û ya din li Orfayê ye û şaxê 3an li Hewlêrê ye".
Di berdewamiya gotine xwe de Ehmed tekez kir ku aramancên serke yên rêxistina navborî ewin ku kultur, folklorê û zimanê Kurdî vejîn bikin, û di derbarî vê yekê de wan gelek çalakî Kobanî bi rêve birine.
Herweha navborî hemo kes vexwendî Festîvala şanoyê kir ku biryare sibe li hola Mîdya li Hewlêrê demjimêr 6ê êvarî bê lidarxistin.
Nalîn Hesen