5:07:02 PM
RojavaNews : Sê kocberên Rojavayê Kurdistanê di derya ya îcê de li pêşiya giraveke Younanê jiyana xwe ji dest dan.
Jêderekî ji RojavaNews re ragihand ku belemeke barkrî bi nêzîkî çil koçberên ne yasayê u geşteke hêzên ewlekariya beravên Younanê di deryaya îce de li hevketin u di encamde belema wan koçberan binav bû u heft koçber jiyana xwe ji dest dan ku 3 ji wan xelkên Rojavayê Kurdistanê bûn.
Herweha wî jêderî tekezkir ku ew hersê koçberên binav boyên zarokên Newzet Sebrî osman ji gundê Sêgirka ya girêdayê bi devera Aliyan li Rojavayê Kurdistanê ne.
Ji aliyê xwe ve polîsên Younanê di daxwyaniyekêde ragihand ku di bûyera li hevketina belemê bi giştî re 7 kesa jiyana xwe ji destdane u yek windaye herweha 31 koçber rizgar kirina.
Afiya Hacî