RojavaNews:Şer û pevçûnên giran bo roja çaran di navbera Rêjîma Esed û alîgirên wê ji aliyekî ve û terorîstên DAIŞê ji laiyekî din ve li gundewarên bajarê Hesekê berdewamin .
Li gorî zanyariyên Rojava News, ev çar rojin rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê hewl dide ku bero çiyayê Kewkeb pêşve biçe û li derdora wê deverê dohî, şerekî dijwar di navbera Rêjîma Esed û alîgirên wê ji aliyekî ve û DAIŞê ji laiyekî din rû da, û di encam de kuştî û birînadr ji herdû aliyan ketin lê di derbarî hejmara wan ti agahiyên zelal nehatine bi dest xistin.
Li gorî heman zanyariyan ku li gundewarên Til Birak ku dikeve rojhilata Hesekê ,di navbera heman aliyên çekdar de şerekî dijwar çê bû û encama da hejmarek ji leşkerên bi ser rêjîmê ve hatin kuştin.
Nalîn Hesen