Rojava News :Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek giring belav kir û tê de ragihand, xwepêşandan mafê bingehîn ên xelkê Kurdistanê ye, lê siyaseta hinek kes û aliyên neberpirs û hinek reftar gel dabeş dikin û dilê dijminên gelê Kurd kêfxweş dikin.
duh 16ê Comtmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê, xwepêşandan û bûyerên wê dawiyê yên li çend bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê û pêşhatên herî dawî yên wek derxistina wezîrên Tevgera Gorranê ji hikûmetê de daxuyanî da.
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê di peyama xwe ya televizyonî de ya bo raya giştî ragihand: “Di wan rojan de xwepêşandanên aştiyane û rewa yên xlekê ji aliyê berjewendiyên biçûk ên siyasî vehat revandin.”
Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Niha dema wê ye ku em nirxandinekê bo welatê xwe bikin. Wel Serokwezîr ez dixwazim daxuyaniyekê de li ser bûyerên hefteya borî bidim û paşê em behsa wê bikin ku em çi bikin.”
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê amaje bi xwepêşandanên hefteya borî li parêzgehên Silêmanî, Helebce û îdareyêên Germiyan û Raperînê kir û ragihand: “Di wan rojan de xwepêşandana aştiyane û rewa ji aliyê berjewendiyên biçûk ên siyasî ve hat revandin. Ev koma nabepirs û derlêpirsînê hewl dank u pêkhateya Herêma Kurdistanê hilweşînin.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekez kir: “Her çiqas ku ew yek bûye sedema çêbûîna hêrsbûnê li cem komek biçûk, lê belê biryara berpirsane û miyanrewane ya pirranî biserket. Çimkî em di qonaxeke dijwar a jiyana siyasî ya xwe de derbas dibin.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Cihê matmayînê nîne ku hinek kes dixwazin dengê nerazîbûna xwe bilind bikin, ewa ku cihê kêfxweşiyê ye ev e ku pirraniya gelê Kurdistanê di heman demê de peyama xweragiriyê dubare dike.”
Barzanî amaje bi wê çendê kir, ku gelê kurd di droka dûr û nêzîk de di gellek qonaxên ji wê qonaxê dijwartir re derbas bûye û ragihand: “Di wê baweriyê de me ku eger ew karesatên bi ser me de hatine, bi serê milleteke din de bihatiban, dê şikest daba. Karwana xweragiriya me her berdewam e.”
Derbarê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê de jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da xuyakirin: “Ez dixwazim d erbarê xwepêşandanên hefteya borî de aşkere bêjim. Ragihandina nêrînan bi rêya xwepêşandana aştiyane mafê bingehênê welatiyan e û beşeke giring ê demokrasiya wê herêmê ye jî, lê belê ez jî wek gişt welatiyekê û wek serokatiyeke berpirs, gellek dilteng bûm li hember bûyerên Qeladizê, Kelar û bajar û bajarokên din. Ez ji nîveka dil ve sersaxiyê pêşkêşî malbatên wan şehîdan dikim û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim, ku bêguneh rastî êrişek nerewa hatin.”
Serokwezîr Barzanî got: “Ew cure reftar gel dabeş dike. Dimjinên me ku bi aşkere pîrozbayî li xwe û li wan naberpirsan dikir, zêdetir kêfxweş dike. Lê belê ez bi aşkere dibînim ku welatî û serkirdatiya bepirs dibêjin ku divê bi aqilane serederî ligel wê qonaxa nazik bikin. Fitneçêkirin ji her aliyekê û her kesekê ve be, nabe bibe sedema zêdegaviyan.”
Di berdewamiya peyama xwe ya îşev de, Barzanî spasiya helwesta fermandeyên leşkerî û mamostayên olî kir û ragihand: “Li wir ez dixwazim spasiya fermandeyên Hêza Pêşmerge û rêxistinên nehikûmî û mamostayên olî bikim ku daxwaza parastina aramî û asayişa Herêma Kurdistanê dikin. Spasiya wan kesan jî dikim ku xwe ji şerê medyayî û torên civakî dûr digrin daku rê ji dabeşkariya zêdetir a welatiyan bigrin.”
Herwiha Barzanî destnîşan kir: “Lê belê nabe em wan hêz û berjewendiyên siyasî ji bîra xwe bibin ku bi mebesta mifayeke demkurt, wan bi xwe agir xistin nav mala me ya hevbeş.”
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê behsa dema avakirina kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2013an de kir û da xuyakirin: “Dema pêkanîna wê kabîneyê bi baweriyeke herî xurt min kar bo bihêzkirina yekrêziya me di çarçoveya rêkevtina hikûmeteke hevbeş de kir. Mixabin ewên ku axavtinên şîrîn bo parastin û xurtkirina demokrasiyê û 4 sal desthilatdariyeke aram û berpirsane dikirin, ji rêkevtina me ya hevbeş derketin. Hinek ji wan nearamî gihandin asta herî nebepirsane û belavkirina degoyên bêbingeh û dûr ji rastiyê.”
Nêçîrvan Barzanî behsa sedemên dûrxistina wezîrên Gorranê ji hikûmetê jî kir û got: “Wek hûn jî dizanin rewşa nearam û êrişên nerewa wiha kirin ku daxwaz ji 4 wezîran bikim ku hikûmetê biterikînin. Di rastiyê de têkiliya me ligel wezîran bi xwe gellek baş bû, lê belê reftara serkirdatiya wan berdewam mijûlî êrişkirin bo ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Wez Serokwezîr min nedikarî ku wê biryarê nedim. Ez dizanim û têdigihim ku xelk bêhêvî bûne ji wê yekê ku siyasiyên me demek zêde ligel hûrgiliyên pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê derbas kirine. Ji wê yekê bêhêvî bûne ku li dewsa ku em desthilatdariyê bikin, em pitir siyasetê dikin.
Hinek dibêjin divê li ser hemû hûrgiliyan rêkeftin were kirin û hinek dibêjin bila welatî biryarê bidin.”
Serokwezîr wiha domand: “Em hemû bi vê rewşa nexweş dilgiran in, partiya me bi hemû hêza xwe hewl dide bo dîtina çareseriyeke guncaw di vî warî de, lê ne çareseriyek ku me ji kirîzekê bixe kirîzeke din. Ez di wê baweriyê de me ku divê welatî bi dengê xwe biryarê li ser pirsa serokatiyê bidin. Em mafê me hemûyan e. Ez jî di wê bawriyê de me xelkê Herêma Kurdistanê serkirdayetiyekî bihêz dixwaze.”
Nêçrvan Barzanî wiha got: “Em dizanin ku fermanber û karmendên bi wefa yên hikûmetê, ku ev çendîn meh in mûçeyê xwe wernegirtine, tevî metirsî û gefên derekî, me hemû hewlên xwe ku çavkaniyeke pêwîst bo Herêma Kurdistanê peyda bikin. Armanca min a sereke serxwebûna aborî ya Herêma Kurdistanê ye, da ku em bihêz li ser lingên xwe rawestin. Hinek siyasetmedaran hewl dan ku vê riyê li pêşiya me zehmetir bikin, lê ez bi piştrastî dibêjim, tevî wan rêgiriyan li geşe û guhertinên me, emê her bigihên armanca xwe.”
Serokwezîr ragihand: “Di vê dema nazik de pêwîstiya me bi hikûmeteke aram û çalak heye, ew jî bo birêkirina xizmetguzariyan û karê rojane yê welatiyan. Emê di çend hefteyên bê de dest bi qonaxa duyem a hikûmetê û karên sereke diyar bikin, herwiha em hêsanî dest ji daxwazên yekrêziya gelê xwe bernadin. Xwîna Pêşmerge ne zer û ne kesk e. Ew Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê diparêzin.”