Rojava News :Duh 16 Cotmehê Baxçeyek bi navê Alan Kurdî li rojhilatê Kurdistanê hate vekirin.
Li gorî çalakvanan ku di merasîma vekirina Baxçeyê Alan Kurdî , pêşangehek ku ji aliyê zarokên rojhilatê Kurdistanê hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin
Alan Kurdî roja 2ê Îlonê ligel dayika xwe û birayê li ser rêya Ewropayê di deryayê de xeniqîbûn. Terêmên wan li qeraxa deryaya Bodromê hat dîtin û awayê ku Alan tê de hat dîtin wijdanê her kesî li cîhanê hejand.
Nalîn Hesen