Print this page

Amûdê wê Îsal "Festîvala Helbesta Kurdî" hembêz bike

Rojava News : Komîta Amadekar ya Festîla Helbesta Kurdî bajarê Amûdê destnîşan kir ji bo bibe hembêzgeha 20emîn mehrecana helbesta kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Wê mehrecan roja Înê 30/10/2015 lidar bikeve.

Her weha Komîteyê roja 27 Cotmehê dawîtirîn roj ji bo wergirtina helbestan destnîşan kir, û komît ji helbestvanên birêz hêvî dike ku helbestên xwe berî borîna dema destnîşankirî bişînin.

Komîteya Amadekar