Print this page

Neşat Zaza: Pêşmerge amedene derbasî Kurdistana Sûriyê bibin

6:16:54 PM

RojavaNews : Endamê  Polîtbîroya PDK-S  Neşat Zaza ragihand ku : Pêşmergeyên Rojava amedene derbasî Kurdistana Sûriyê bibin lê belê  dive berî wê sazaneke Siyasî çêbibê li ser astê navdewletî û ta niha tu biriyar nîna ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibin.

Derbarê rêbazên xwendinê yê ku desthilat PYDê li Kurdistana Sûriyê ferz kiriye li ser xwendevanan,Zaza got em wek Encumena niştîmaniya Kurdî u weku PDK-Sê van rêbazan red dikin ji ber ew rêbaz felsefeya Partiya PYDê neû dikeve dibin berjewendiyên rejîme Sûriyê de û guhertinekî dîmukrafî li navçeya Kurdî  çêdike .

Herweha Zaza tekez kir ku ewên her tiştî bikin ku van rêbazan rakin li hemû deverên Kurdistana Sûriyê.

Afiya Hacî