Print this page

Xwedanên dikanan li Rojavayê Kurdistanê di nava du agiran de ne

Rojava News: Şarederiya PYDê li bajarê Qamişlo, ji xwediyê dikanên pîşesaziyê dixwaze ku muhleta kar ji şaredariyê werbigrin, eger na ewê rastî cezeya pereyan werin.

 

Li gor nuçeya li ser malpera PDK-Sê belavbuye; Xwedanên dikanan ji vê yekê gelekî tore bûne û dibêjin ku nema zanin çi bikin û kes jî bi hewara wan ve nayê.

 

Kiryarên PYDê xizmeta rejîmê dikin

 

Ibrahîm Hac Reşîd wiha got:« Di dema xwediyê dikanekê serdana şarederiya PYDê kiriye ji bo muhletê werbigre, şarederiyê daxwaza 20 hezar Lîreyên Sûrî li ser wî ferz kiriye. Mirov li Rojavayê Kurdistanê dipirse, gelo ev tiştên ku PartiyaYekîtiya Demoqratîk PYDê tîne serê welatiyên sivîl dikeve Xizmeta kê de, bê guman dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd».

 

Şaredariya Esed jî bacê distîne

 

Xwedanê dikaneke pîşesaziyê jî li ser vê mijarê wiha got: «PYDê vî karê qirêj dike, tenê ji bo berjewendiyên rejîma Esed û ev yek dihêle ku welatiyên Rojavayê Kurdistanê berû welatên Ewropa ve biçin ji ber ku ev yek dibe sedemek ji sedemên koçberiyê. Jibilî baca şaredariya PYDê, heya niha şaredariya Hikûmeta Esed jî bacê ji xwediyê dikanan werdigre».