Rojava News: Duh, rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê gundewarên bajarê Kobanî topbaran kir û di encam de welatiyekî sivîl birîndar bû.
Hat ragihandin ku rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê bi moşekên Hawinê ji gundê Qerx Mexar ya ku dikeve rojavayê ava Feratê gundê Misilhe topbaran kir.
Di wê topbaranê de moşeka Hawinê li pêşiya mala welatiyê bi navê Hemed Miraî ket û di encam de ew kes birîndar bû û hate veguhestin ji bo nexweşxaneya Emel ya bajarê kobanî û niha rewşa wî gelek xirab e.
Hemed Miraî temen 56 salî ye û ew xelkê gundê Msilha yê dikeve gundewarên rojavayê kobanî .
Nalîn Hesen