Rojava News: Terorîstên bi ser rêxistina terorîstî El Nusra yê taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin , welatiyekî sivil jiyana xwe jidest da û 3 jî birîndar bûn.
Endamê rêxistina terorîstî El-Nusra, Ehrar El-Şam, Sultan Murad ku ji 22’yê îlonê ve êrîşî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dikin, vê sibehî jî di demjimêr 09.00’an de dest bi topbarana deverê kirin.
Li gorî kû çawkaniyên Rojava News diyarkirine topek e hawanê li taxa Marûf ket û di encamê de welatiyêkî sivil yê Kurd jiyana xwe ji dest da. Di heman topbaranê de 3 kesêdin jî bi granî birîndar bû ne.
Ji ber topabaranê ziyaneke mezin gihaye mal û mulkên welatiyan.
Topbarana Şêxmeqsûd heta vê xulekê jî berdewame.
Sinem Bakir
11:40:52