Print this page

Efrîn..artêşa Tûrikyê hêzên xwe yên taybet li ser sînor belav dikin

Rojava News: Li ser sînorê di navbera bakûr û rojavayê Kurdistanê de û bi taybetî li devera Efrînê artêşa Tûrikyê cendirmeyên xwe bi hêzên taybet digorînin.

Hemwelatiyên bajarê Efrînê dibêjin artêşa Tûrikyê ji bilê avakirina  dîwaran di navbera bakûr û rojavayê Kurdistanê de, hêzên xwe yên taybet li ser hin xalên sînorî beramberî Efrînê belav kirin.  

Li gorî wan jêderan ku karê wê hêzên ewe ku sivîlan aramanc bikin di dema ku hewil bidin derbasî bakûrê Kurdistanê bibin.

Tê zanîn ku ji destpêka kirîza Sûriyê hikumeta Tûrikyayê xalên xwe yên sînorî li ber welatiyên Efrînê girtine û gelek welatî rastî îşkencê û guleyên cendirmeyên Tûrkiyê yên sînorî tên ku di encamê de bi sedan welatiyên rojavayê kurdistanî şehîd ketin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Nalîn Hesen