Print this page

Ismaîl: Civîna Komîteya Navendî bêtir li ser xurtkirina rola siyasî ya partiyê bi aliyên din yên siyasî re.

Rojava News: Mihemed Ismaîl Berpirsê Rêveber di nava Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê ragihand ku di civîna wan ya Komîteya Navendî de gelek biryar hatin sitendin, ku dikarin karê partiyê di dema pêş ve berû başbûnê ve bibin, her wiha xurtkirina rola siyasî ya partiyê bi aliyên din yên siyasî re.

Mihemed Ismaîl ji programa ARK re lêzêde kir û got:«Civîna Komîteya Navendî ya PDK-Sê bi amadebûna hemû endaman  li Hewlêrê birêve çû, di civînê de behsa rewşa partiyê ya niha, ofîsên partiyê li her deverekê û pirsgirêkên wan hate kirin û her wiha çawaniya çareserkirina wan pirsgirêkan». 

Ismaîl desnîşan kir:« Di civîna wan ya Komîteya Navendî de gelek biryar hatin sitendin, ku dikarin karê partiyê di dema pêş ve berû başbûnê ve bibin,her wiha xurtkirina rola siyasî ya partiyê bi aliyên din yên siyasî re, di çarçoveya xizmeta berjewendiyên gelê Kurd.»

Kurdo Sorkî