Print this page

ENKS: Em rêveriyeke hewbaş şirîkatiyeke tam dixwazin da em jî beşdarî TEV-DEMê bibin

 

Rojava News: Fêysel Yûsif: “Eger rêkeftina Dihokê were bicîhkirin, leşkeriya bi zorê were sekinandin û  sîstema perwerdeyê jî were guhertin û girtina kesan bidin sekinandin dibê ku gavên erenî pêşbikevin.”

 

Serokê Partiya Çaksazî ya Rojavayê Kurdistanê û endamê serokatiya ENKSê Fêysel Yûsif  ji Radyo Rojava re diyarkir ku;  Heyeta Ewropî ya tevlî civîna ENKSê bû tevgerek sivil û ciwakiye.  Guh didê demoqratiyetê û belavkirina wê, berî niha jî di heyva  nîsane de hatin Qamişlo serdana me kirin, xwestin ku şandek ji me herî Cenevê, me wê demê jî ji wan re got em rêveriyeke hewbaş şirîkatiyeke tam dixwazin da em jî beşdarî  TEV-DEMê bibin.  Ji bo wê yekê jî  me got bihevrebûna ENKSê û TEVDEMê girêdayî bi  çareseriya arîşe û nakokiyên navbera wande li ser pirsgirêk û kiryarên  Rojavayê Kurdistanê ye.

    

Fêysel Yûsif  her weha  anî ziman: “Pêviste berî her tiştî  leşkeriya bi zorê were sekinandin, keç û xortê Rojavayê Kurdistan bi zorê nebin eskeriyê,  herweha dev ji girtinên siyasî berdin û girtiyên siyasî ku hene serbest berdin, dîsa di ware perwerde û hin tiştê din de jî xwe hakim nekin, herweha  bi avakirine ke  Sûriye ya demokratîk  re girêdayî bin da karibin  berjiwendiyê  gelê kurd jî biparêzin.

 

Hêjayî got;  Biryara me ya Kongreya netewi ya 3 ya ewe ku  rê li li ber danûstendina neyê girtin, em jî li gel parastina herêmên Kurdî bin,  li ser vê esasê em  danûstendina bikin, herweha girêdayî bin bi rêkeftina Dihokê bin ku me bi hevdurê bidestxistiye.

 

Fêysel Yûsif balkşiand ser wê yekê û got;  Ji heyeta Ewropî ku yek jê jî Amrîkî bû re me got; Em zanîn gelek herêmên Kurdî ji aliyên gefên DAİŞê, rêxistinê din yê tundrew û yê rejimê de di bin metirsiyê de ne, em jî li gel mafên Kurda ne, lê belê ji aliyê din ve kiryarên ku têne meşandin astengiyan çêdikin wek leşgeriya neçar, wek sazkirina perwerdê herweha qedexa li ser ramanên siyasî rê li ber hevgirtinê digre. Lê em jî bi hêvî û bi daxwazin kû ev pirsgirêk bêne çareserkirin û em bi hevdûre di parastina herêmên Kurdî de cîh bigrin.”

  

Di navbera ENKS û TEV-DEMê de 22ê Cotmeha par li bajarê Dihokê  bi rêveberiya  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêkeftinek bi nave “Rêkeftina Dihokê” hat îmze kirin.

 

Sinem Bakir

13:39:44