Rojava News: Sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya S'iud ElMele ragihand ku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê wê di demeke nêzîk de derbasî Kurdistana Sûriyayê bibin daku deverên Kurdan biparêzin.
ElMele di lêdwanekê taybet bo Welatî net got ":me hemû tedbîrên pêwîst li gel YPG stendine da ku pêşmergeyên me derbasî Kurdistana Sûriyayê bibin û li gel hêzên ku şerê DAIŞê dikin şer bikin".
Navborî tekez kir ku ji mafê pêşmergeyên me ne ku bergiriyê ber xaka welatê xwe bikin.
Elmele ragihand ku ew amade ne hemahingiyê li gel artêşa Azad bikin bo şer DAIŞê lê ew tevlî wê artêşê nabin û ev yek jî red kir.
Di dawiya gotinin xwe got ku pêşmerge wê li deverê kurdan şer bikin û ew di şerê Reqa û Cerabilsê de beşdar nabin.
Nalîn Hesen