Rojava News: Li Bakurê Kurdistanê Koçerên li zozanên hênik havîna xwe derbas kirin, êdî vedigerin malên xwe.
Koçerên ku havînê li zozanên hênik dema xwe derbas kirin, ji ber ku êdî hewa sar bû dest bi vegerê kirin.
Koçerên ku her sal ji herêma başurê Bakurê Kurdistan tên zozanên Mûşê, Bîngol, Erzirom û bajarên li der û dorê, êdî dest pê kirin vedigerin malên xwe.
Rêwitiya koçberan bi mehan dewam dike. Koçer bi roj 5 kîlomêtro dimeşin û şev jî di konên ku vedigrin de şeva xwe derbas dikin.
Li Bakûrê Kurdistanê her sal bi hezaran kes li gel paz û garanê xwe derdikevin Zozanê bilind, yek ji van Zozanê Mûşê ne ku ji aliyê giya de cîhekî gelek dewlemende.